Koşka Spî: Em ê heta dawî Koreya Başûr biparêzin

Berdevka Koşka Spî Pierre got:
Ji bo parastina Koreya Başûr ji êrişên Koreya Bakur çi ji destê wan were wê bikin.

Berdevka Koşka Spî Jean-Pierre di civîna çapemeniyê ya rojane de têkildarî nakokiyên rojên dawî ya navbera rêveberiya Seûl û Waşîngtonê bersiva pirsên rojnamevanan da.

Jean Pierre îşaret bi daxuyaniya Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol a derbarê tetbîqatên nukleerî yên hevbeş kir û got,

Her du rêberan ferman dane hikûmetên xwe ku li şûna tetbîqatên mijara gotinê, li ser bingeha stratejiya parastinê ya berferehtir amadekariyên xwe zêdetir bikin.

Jean Pierre got,

“Amerîka bi giştî ji bo parastina Koreya Başûr ya di serdema şerekê de, amade ye.”

Piştî hevdîtina xwe ya li Kamboçyayê, (Serokê Amerîkayê Joe) Biden û Yoon ekîbên xwe erkdar kirin ku bersiveke bibandor û hevpar bidin gelek senaryoyan.

Di nav wan da bikaranîna çekên nukleerî ji aliyê Koreya Bakur ve jî hebû.

Ji aliyê din ve, Biden duh li ser tetbîqateke nukleerî ya navbera herdû welatan de, bersiva “Na” da bû rojnamevanan.

Vê yekê jî nîqaşên nû bi xwe re anîbû.

Serokê Koreya Başûr Yoon di hevpeyvîneke xwe ya li gel rojnameya Chosun Ilbo ya welatê xwe de got:

“Em bi Amerîka re li ser plansaziya hevbeş a tatbîqateke nukleerî ya stratejîk aixvîn e.

Amerîka jî li ser vê yekê pir erênî ye. ”

Koreya Bakur 2022’an bêtirî 90 moşek ceriband

Koreya Bakur di sala 2022’an de li gorî salên berê zêdetir mûşek avêtin.

Ev yek jî li Nîvgirava Koreyê û Rojhilatê Asyayê alozî zêde kir.

Rêveberiya Pyongyangê di nava sala derbasbûyî de bêtirî 90 moşek ber bi rojhilat û rojavayê welat ve avêtin.

Di Mijdara 2022’an de, tenê di rojekê de 23 moşek avêtin.

Pyongyang di saeta despêkê ya 2023’an de jî ceribandinek mûşekeke balîstîk pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr, ji herêma Ryongsongê mûşekeke balîstîk a menzîla kurt hatiye avêtin.

Back to top button