Civîna Rûsî-Îtalî mijara Lîbya û Sûriyê, sibe li Romayê tê nîqaşkirin

Ji bo gelek mijaran, di nav de dosyaya Sûriye û Lîbyayê, wezîrê parastin û yê derve yên Rûsyayê diçin Îtalyayê. 

Di vê civînê de, wê mijara aramiya stratejîk weke qedexekirina çekan, têkiliyên Rûsya û NATOyê û rewşa Sûriye, Lîbya û Ukraynayê werin nîqaşkirin.

Der barê vê de, wezîrê derve yê Rûsî Lavrov diyar kir ku “ji bo gavên werin avêtin, Moskova van danûstandinan weke derfetek nû dibîne.”

Her wekî Lavrov ragihand jî, di destpêka meha bê de, wê civînek komîteya parlamenî ya Rûsî-Îtalî ji bo xurtkirina têkiliyên herdu welatan, li Moskovayê were lidarxistin.

Weke tê zanîn, di demên dawî de, têkiliyên navbera Rûsya û welatên rojavayî di nav de Îtalya; pir bi paş de vegeriyan.

Sedema sereke ya van nakokiyan jî, aloziya Ukrayna û tevlîkirina nîvgrava Qerem bo erdên Rûsyayê bû.

Back to top button