Rûsya, projeya Trump rexne kir û dibêje ew ji çareseriyê re amade ye

Rûsya peymana sedsalê ya Trump rexne kir û ji bo çareserkirina aloziya Filistînî- Îsraîlî, banga danûstandinên pir-alî li civaka navdewletî kir. 

Wezîrê derve yê Rûsyayê Lavrov diyar kir ku ev peyman nakeve xizmeta çareseriyê û got:

“Amerîka weke her car, dibîne alozî bi “yekderbeyê” têne çareserkirin û qanûnên navdewletî binpê dike.

Divê projeya Amerîkî hemû mijarên binakok di ber çavan re derbas bikira.”

Li gorî Lavrov, welatê wî dikare destekê bide çareseriyê, ew jî di çarçoveya “komîteya çar-alî”, ya navbera Rûsya, Amerîka, NY û YE de.

Ji ber şerê navbera Îsraîl û Filistînê, 2002an, “komîteya çar-alî ya navdewletî”, ku bi navê “çarika Medrîdê” jî tê naskirin, ji aliyê serokwezîrê Spanî José María Aznar ve hat damezirandin.

Back to top button