Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê di roja 220’an de ye

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatibû destpêkirin di roja 220’an de bi biryardarî dewame.

Merasîma dewirgirtinê bi kombûna gel û çalakvanan ya li Saziya Ciwanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 43’an Emîne Kara axivî.

Ciwana bi navê Emîne Kara di axaftina xwe de tecrîda li dijî Rêber Apo bibîrxist û got:

“Hemû pîvanên mirovî, wijdanî, exlaqî û hiqûqî tên binpêkirin û tecrîd tê kûrkirin, ev sûcek li dijî mirovahiyê ye.

Em vê tecrîdê şermezar dikin.

Piştî axaftinan çalakî ji aliyê koma 44’an ve hate dewirgirtin.

Li Mexmûrê çalakiya Nobetê di roja 210’an de berdewam dike

Back to top button