Îsralê êrişî sînorê Sûrî-Lubnan kir

Îsralê êrişî sînorê Sûrî- Lubnanê kir.
Li herêma Bêçek 2 leşkerên hikumeta Şamê, ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin.
Li Çolistana Reqayê mayînek bi komke kesên ku li dombelanan digeriyan, teqiya û 13 kest hatin kuştin.

Îsraîlê îro carek din êrişî Sûriyê kir.

Vê carê êriş li ser sînorê Sûrî-Lubnan pêk hat.

ÇAVDÊRIYA SÛRÎ: DI ÊRIŞÊ DE 2 ENDAMÊN HIZBULLAH HATIN KUŞTIN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku artêşa Îsraîlê li ser sînor, bi moşekan kamyonek topbaran kir.

Di êrişê de 2 endamên Hizbullah a Lubnanê hatin kuştin.

Li Idlib û Hemayê 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li xetên şer yên li Idlib û Hemayê jî 2 leşkerên hikumeta Şamê ji aliyê çeteyên Fatih El-Mubîn ve hatin kuştin.

Hêzên hikumeta Şamê jî, bi çekên bejî 7 dronên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li heman derverê xistin.

Li Reqa ji ber teqîna mayînekê 13 kes hatin kuştin

Li gel şerê heyî, bermahiyên şer jî, jiyan welatiyên Sûriyê kiriye xeteriyê.

Li çolistana Resafa ya li gundewarê Reqayê mayînek ji bermahiyên şer bi komeke kes ku li dombelanan digeriyan, teqiya.

Di encamê de, 13 kes hatin kuştin.

DAIŞ’ê li Hemayê êriş kir

Back to top button