Bi boneya 31’emîn salvegera Raperîna Hewlêrê siyasetmedarên Başûr diyar kirin ku tişta ku gel hêvî dikir piştî raperînê pêk nehat.
Endamê Polîtbûroya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan Hîwa Seîd Selîm behsa dema raperînê kir û da zanîn ew roj ji bo gelê Kurd rojek dîrokî û nayê ji bîrkirine.
Hîwa Seîd got: “Wê demê Rejîma Baas hate Hewlêrê xwest dagir bike lê gelê Kurd bi jin, zilam û zarokan ve tev li dijî rejima Baas ji bo jiyanek xweş û azad rabûn û baas têk birin.”
Hîwa Seîd da zanîn piştî raperînê hêviyek pir mezin bi gelê Kurd re hebû, lê piştî 31 salên hikûmraniya desthilata Kurdî mixabin heta niha armanc û destkeftiyên raperînê pêkneaniye.
Di dewamê de Hîwa Seîd got, di demekî ku gel ji desthilata Kurdî li benda jiyanek xweş û xizmetguzariyek baştir bû, lê gendiliya hikûmeta herêmê gel poşmanê pêkanîna raperînê kiriye.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê Adil Melasalih jî li ser mijarê wiha axivî:
“Gelê Kurdistanê piştî raperînê hêvî dikir jiyanek baş û aram bijîn.,lê ev 31 sale pêknehatiye.



