Siyasetmedarên Kurd ji bo derxistina PKK ji lîsteya Terorê bang kirin

Siyasetmedarên Kurd Gêlo Îsa û Can Mûrad ji bo derxistina PKK ji lîsteya Terorê bang kirin. Siyasetmedaran diyar kir PKK’ê di oxira azadkirina kurdan de bi hezaran şehîd dan û rakirina qedexeya li ser destpêka çareserkirina doza Kurdî ye. 

Siyasetmedar û endamên partiyên li herêmê jî, ji bo derxistina PKK ji lîsteya terorê bang dikin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa der barê vê mijarê de ji ajansa Hawarê re nirxandin kir.

Gêlo Îsa dibêje: “Divê em kurd mafê xwe bi dest bixin û PKK ji lîsteya Terorê derxînin.”

Siyasetmedar Gêlo Îsa anî ziman dijminê gelê kurd di bin navê terorê de dixwaze kurdan tevî tune bike.

Der barê heman mijarê de Endamê Komîteya Ragihandinê ya PYD`ê li Siwîsrayê Can Mûrad jî axivî.

Can Mûrad diyar kir biryara xistina navê PKK`ê di “lîsteya terorê” de durûtiya siyaseta Washingtonê û dewletên Rojavayî nîşan dide.

Can Mûrad bang li Amerîka û Yekitiya Ewropayê kir ku navê PKK ji “lîsteya terorê” derxînin da ku aştî, demokrasî û edalet li Kurdistanê û Rojhilata Navîn tevî pêk were.

Back to top button