Salvegera serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê

Sibe 18 sal di ser komkujiya li Qamişlo re ya ku hikûmeta Şamê 12’ê Adara 2004’an de kir, derbas dibe. Ji şahidên bûyerê Hemdîn Nebî behsa roja êrişê kir û diyar kir ku rêjîmê xwest navbera me û Ereban de fitneyê derbixe. Hemdîn Nebî anî ziman ku niha bi saya Rêveberiya Xweser hemû pêkhate di bin sîwana Rêveberiyê de bi biratî dijîn. 

Sibe salvegera serhildana Qamişlo ya 12’ê Adarê ye.

Beriya 18 salan Rejîma Baas a Sûriyê xwest di navbera Kurd û Ereban de fitneyê derxîne.

Wê demê navbera tîma Fetwa ya ji Dêra Zorê û tîma Cîhad a ji Qamişlo maça futbolê hebû.

Hin kesên ku ji aliyê Rejîma Sûriyê ve hatibûn şandin li dijî gelê Kurd slogan avêtin.

Şêniyên Qamişlo jî nerazîbûn nîşanî wan sloganan dan.

Li ser vê yekê komeke êrişkar ku berê xwe amade kiribû, bi kêr, kevir û çekan êrişî xelkê kirin.

Polîs û leşkerên rejîmê jî li şûna dest li rewşê werdin û tevliheviyê bi dawî bikin, yekser wan jî êrişî xelkê Qamişlo kir.

Piştî ku bûyer hat bihîstin, şêniyên bajêr ber bi stada maçê ve meşiyan.

Lê belê vê carê bi fermana berpirsyarê parêzgeha Hesekê Selîm Kebûl, polîsan gule li girseyê reşandin.

Hemdîn Nebî: Rejîma sûriyê hewl da fitneyê di navbera pêkhateyan de derxe

Ji şahidên bûyerê Hemdîn Nebî ku wê rojê li stadê bû, qala wê rojê dike û biêş wê bi bîr tîne.

Rêveberiya Xweser niha, navê stada ku komkujî lê çêbû, bi ‘Stada Şehîdên 12’ê Adarê’ bi nav kir.

Ji wê demê ve her sal li wê stadê di navbera tîmên Dêra Zorê û Qamişlo de maça futbolê tê lîstin.

Hemdîn Nebî li ser vê yekê diyar kir ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya xwişk û biratiya gelan pêk hat û got:

”Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Çerkez di bin sîwana Rêveberiya Xweser de bi hezkiriin bi hev re dijîn.”

 

Back to top button