Meclisa Leşkerî ya Minbicê serçeteyek DAIŞ’ê girt

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê girtina şaneyeke çeteyan eşkere kir. Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku hêzên wan ê Antîterorê li dijî şaneyeke rêxistina DAIŞ’ê li Minbicê, li ser rêya Helebê û nêzî Melevaniya Menkoş operasyon pêk anî. 

Meclîsê Derbarê Operasyonê de ev agahî da:

“Di dema operasyonê de şer derket, çeteyekî hewldana revê kir û birîndar bû.

Di heman demê dest danî li ser kalaşnkovek 21 alavnê taybet yên mayîn û teqemeniya

Yek jê Serçeteyê bi navê Cîhad Cemal Himêdî ku bi navê ‘Ezam’ tê nasîn û 3 çeteyên pêre girtin.”

Meclisê diyar kir ku li gor îtîrafa Ezam MÎT’a Tirk beriya demekê serçete li Cerablusê girtine û piştre wî berdane.

Li hemberî serbestberdana wî operasyonên terorîstî pê dane kirin û sûd ji naskirina wî ya ji herêmê girtine, peywendiya wî ya bi DAIŞ û Mîtê re bikaranîne.

Her wiha îtîrafkiriye ku di teqîna li pêşiya Çerxerêya Şehîdan a Minbicê ku zarok û jin tê de bûn qurbanî de jî cih girtiye.

Back to top button