12’ê Adarê..TEV-DEM: Ev serhildan ji komployan re bû bersiv

TEV-DEM’ê diyar kir ku 12’ê Adarê ji aliyê çend şofenîstên Baas’î vê komployek li dijî gelê Kurd hate kirin da ku vîna gelê berxwedan bişkînin û fitneyê di navbera pêkhateyên herêmî de derxîne û got: “Serhildana 12’ê Adarê ji komployan re bû bersiv.”  PYD’ê jî got: “Serhildana 12’ê Adarê bû destpêka bilindbûna dengê azadiyê.”

Bi boneya salvegera Serhildana 12’ê Adarê ya Qamişlo, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM’ê diyar kir ku 12’ê Adara 2004’an, li dijî gelê Kurd komployeke mezin hat kirin û ev got:

“Ev komplo berdewama komploya navneteweyî bû ku ji aliyê çend şofenîstên Baas’î yên li Sûriyê ve hatibû plankirin.”

TEV- DEM anî ziman armanca wan ew bû îradeya gelê Kurd ê berxwedêr bişkînin û çand, nirx û destkeftiyên wan tune bikin û wiha domand:

“Xwestin Kurd û Ereban bi hev bidin şerkirin û kurdan neçarî koçberiyê bikin.

Lê gelê me bi serhildanê, ev plana rejîma Baas vala derxist.”

TEV-DEM’ê diyar kir ku Rejîma Sûriyê li hemerî çareseriyên aştiyane ji berpirsyarî û erkên xwe yên exlaqî reviya û hîn jî di vê hişmendiya xwe de israr dike.

TEV-DEM: Tekane çareserî pergala xweseriya demokratîk e

TEV-DEM’ê dawiya daxuyaniya xwe diyar kir ji bo bûyerên weke 12’ê Adarê careke din rû nedin tekane çareserî
Pergala Xweseriya Demokratîk e û wiha got:

Niha ev pergal ji bo Sûriyeke demokratîk, pirrengî û ne-navnedî, bi rêya nivîsandina destûreke demokratîk ku mafên hemû pêkhate û beşên civakî misoger dike, dixebite.

PYD: Em ê ji bo pêkanîna armancên serhildana 12’ê Adarê têkoşîna xwe bidomînin

Bi heman armancê Meclisa Giştî a PYD’ê jî daxuyaniyek da.

PYD’ê da zanîn ku Serhildana 12’ê Adarê bû destpêka bilindbûna dengê azadiyê û paşxistina rejîma şovenîst û neteweperest ku li dijî Kurdan hemû cureyên çewisandin û biçûkxistinê dimeşand.

PYD’ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku piştî 18 sal bi ser Serhildana 12’ê Adarê re derbasbûne jî, lê rayedarên Şamê dev ji zîhniyeta xwe bernadin û nikarin ji bo pêşketina gelên Sûriyê gavên cidî biavêjin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin PYD’ê ji destpêka damezirandina xwe ve bi hemû hêza xwe piştgiriya vê serhildanê kiriye û gelek şehîd dane û di çareserkirina dozên neteweyî de bi rola xwe rabûye.”

Meclisa Giştî ya PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de got: “Em soz didin gelê Kurd û hemû gelên Sûriyê ku bi hemû hêza xwe bi pêş bikevin û ji bo pêkanîna armancên Serhildana 12’ê Adarê û avakirina civakeke demokratîk têkoşîna xwe bidomînin.”

Back to top button