OHD li Amedê kongreya xwe ya 3. li dar xist

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê 3’yemîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li Amedê li dar xist.
Hiqûqnasan di kongreyê de diyarkirin ku wê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin û gotin:
“Divê li dijî tecrîdê her sazî têkoşîn û dengê xwe bilind bike.

Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê bi dirûşmeya “Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin” 3’yemîn Kongreya xwe ya Giştî ya Asayî li Amedê li dar xist.

Di kongreê de gelek parêzerên endamên OHD’ê, endam û rêveberên partî û saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn.

OHD: Em tecrîdê dişikînin, hiqûqa azadîxwaz ava dikin

Hevserokê Şaxa OHD’a Amedê Riza Polat ê di kongreyê de axivî, paşeroja dîroka OHD’ê bi bîr xist û wiha got:

“Tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser hemû gelê kurd e.

Divê li dijî tecrîdê her sazî têkoşîn û dengê xwe bilind bike.

Divê parêzerên kurd li dijî tecrîd, pişaftin û polîtîkayên şerê taybet, qirkirina jinan û pergala talanê dengê xwe bilind bikin.

Divê li dijî van hemûyan em gaveke dîrokî biavêjin.”

Hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan jî bal kişand ser xebatên komeleyê û got:

“Ji bo rakirian tecrîda li ser birêz Ocalan hemû hevalên me xebitîn.

Dê têkoşîna me ya ji bo rakirina tecrîdê bidome.

Di kongreyê de peyamên Hiqûqnasên Rojava û siyasetmedarên hiqûqnas ên girtî yên wekî Selahattîn Demîrtaş û Ayla Akay Atayê hatin xwendin.

Piştî axaftinan raporên xebatê û yên darayî hatin xwendin. Paşê dengdayînê dest pê kir.

Kongre bi berzkirian dirûşmeyên “jin, jiyan, azadî” û “bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

Back to top button