Îran ragihand ku hebûna Amerîkî li Sûriyê wê were bidawîkirin û di demeke nêz de Idlib rizgar dibe.
Şêwirmendê rêberê Îranî yê karûbarên navdewletî Elî Ekber Wîlayetî diyar kir ku Îran li herêmê, hêza yekemîn e û got:
Eger Amerîka ji Iraqê dernekeve em ê bi hêza xwe wê derxînin.
Elî Ekber Wîlayetî derxistina Amerîka ji Sûriyê, bi derxistina wê ji Iraqê ve girêda û destnmîşan kir ku, eger ji Iraqê hat derxistin, paşê wê ji Sûrî û Afxanistanê jî bê derxistin.
Têkildarî şerê li Idlibê jî Elî Ekber Wîlayetî got:
Di demeke nêz de Idlib ji terorîstan tê rizgarkirin.