KJK: Em ê nehêlin plana ku koletiyê li ser civaka Êzidî û jinan ferz dike bikeve meryetê

Koordînasyona KJK’ê peymana di navbera PDK, Tirkiye û hikûmeta Iraqê de wek îxanetek nû pênasekir û diyar kir ku divê PDK ji ber îxaneta xwe ya sala 2014’an lêborînê ji civaka êzîdî bixwaze û xweseriya wan nasbike.

KJK’ê da zanîn ku ew ê nehêlin, peymana ku li ser civaka Êzidî, li ser jinan, koletiyê ferz dike bikeve meryetê.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî peymana ku PDK’ê bi hikumeta Iraqê re li ser Şengalê îmze kir, daxuyaniyek weşand.

KJK’ê peymana di navbera PDK, Tirkiye û hikûmeta Iraqê de şermezar kir û diyar kir ku ev peyman ji aliyê cewherî ve xiyaneteke nû ya li ser Şengalê ye.

KJK’ê dazanîn ku ragihandina peymanê di dîroka komploya 9’ê cothemê ya li hember Rêber Ocalan tê wateyê ku wê komplo berdewam bike.

KJK’ê daxuyakirin ku ew radigihînin ku ti peymanên koletiyê li ser civaka Êzidî, li ser jinan, tevahiya gelê me ferz dike, qebûl nakin.

KJK’ê diyar kir ku bi piştgiriya PKK û PAJK’ê ve Êzidiyên ku di dîrokê de 73 caran ferman lê rabûn, yekemcar artêşa xwe, meclîsa xwe ava kirin. Yekemcar Rêveberiya Xweser a Şengalê hate avakirin.

KJK’ê destnîşan kir ku dewsa ku PDK ji ber reva xwe ya 2014’an lêborîn civaka Êzîdî re bixwaze, xweseriya şengalê nasbike diçe bi hevkariya Tirkiye û Iraqê vê peymane îxanetê amade dike. Ev yek dîsa rastiya PDK’ê raxist ber-çavan.

KJK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de got:

“Ya rast ew e ku îradeya Şengalê di destê Şengaliyan de be. Nêzîkatiya bi wijdan û edaletî wiha ye.

Hêzên ku li Şengalê biyanî ne, ew hêzên ku mohra xwe danîne binê vê peymanê ne.

Divê Şengal xweser be. Û divê xwe bi xwe biparêze û bi rê ve bibe.

Back to top button