Saziya 9’an a kelûpelên xwarinê li navçeya Çilaxa hat vekirin

Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê saziya 9’an a kelûpelên xwarinê li herêma Cizîrê vekir.

Saziya 9’an li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê hat vekirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa û meclisa navçeyê beşdarî merasima vekirinê bûn.

Di saziyê de hemû madeyên xwarin û paqijiyê bi buhayên munasib peyda dibin.

Bi vekirina vê saziyê re jî qonaxa yekem a vekirina saziyên kelûpelên xwarinê li hemû bajar û navçeyên kantonê bi dawî bû.

Ev sazî bi armanca ku barê welatiyan sivik bibe û pêdiviyên xwe pêşwazî bikin tên vekirin.

Back to top button