Dr.Semîra Mibeyid: Helwesta Rêveberiya Xweser niştimanî ye

Lêkolînera Siyasî ya Sûrî Dr. Semîra Mibeyid, helwesta Rêveberiya Xweser a der barê bikaranîna Lîreya Sûrî de, weke helwestek niştimanî bi nav kir.

Dr. Semîra Mibeyid, duh ji bernameya Me’ EL-Hedes a Televizyona me re axivî û diyar kir ku, Rêveberiya Xweser bi projeya Niştimanî a Sûrî ve girêdayî ye.

Dr. Semîra destnîşan kir ku Rêveberî bi yekparebûna Sûriyê re ye û ev hewlseta wan dikeve xizmeta hemû gelên Sûriyê…

Berî niha Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl teqez kiribû ku ew ê pereyên Sûrîyê bi kar bînin ji ber ku ew parçeyekî Sûriyê ne.

Dewleta Tirk jî li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, bikaranîna lîreya Tirkî ferz kiriye.

Dewleta Tirk hem bi vê yekê xwest nirxê lîreya xwe bihêz bike û hem jî plana guhertina demografiya herêmê xist meriyetê.

Duh jî şêniyên Babê li dijî vê yekê xwepêşandan li dar xistin.

Back to top button