Libnan..Li Terablusê 72 kes birîndar bûn

Ji ber krîza aborî û siyasî, xwepêşandanên Libnanê hîna li dar in. Duh li herêma Tebane ya Terablusê, di navbera xwepêşandêr û artêşa Libnanî de pevçûn derket.

Tîma awarte û alîkariyê ragihand ku di encama şerê di navbera artêş û xwepêşandêran de, 16 jê leşker 72 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin, kesên birîndar niha di nexweşxaneyan de tên dermankirin.

Tê gotin, Artêşa Libnanî hêzek mezin li derdora bajarê Tebane kom kiriyê da xwepêşanderên kombûyî belav bike.

Back to top button