Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Gabrîel Şamûn bang li hikumeta Şamê kir ku yekitiya xaka Sûriyê biparêze û li ber zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker bigirin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîel Şamûn derbarê binpêkirin û êrişên çeteyên Tirk de axivî.
Gabrîel Şamûn diyar kir ku dewleta Tirk her tim hewl dide deverên nû dagir bike û tev li Tirkiyê bike.
Şamûn bal kişand ser avakirina dîwaran di herêmên dagirkirî û got:
“Avakirina dîwaran ji dema desthilata Osmaniyan ve didome.”
Gabrîel Şamûn bêdengiya hikumeta Şamê ya li hember sûcên dagrkeriya Tirk û guhertina demografiyê, rexne kir û ev bang kir:
“Em bang li tevahî aliyên sûrî dikin ku li dijî bipêkirinên dewleta Tirk a dagirker a dagirker rabin û siyasetên wê yên parçekirina herêmê bibînin.”