Ji YE, NY, NATO Û DYA bertekên tund û daxwaza zelalkirina ji Rûsya hate kirin

Piştî ku hikûmeta Alman daxuyakirin lîderê muxalif yê Rûs Aleksey Navalnî bi madeya kîmyewî ya bi navê Novîçok hatiye jehrdan YE, NY, DYE û NATO’yê Rûsya şermezar kirin û buyer weke nemardane û tirsonekî bi nav kirin. Ji Rûsyayê hat xwestin derbarê mijarê de lêpîrsîneke zelal bide destpêkirin.

Serokê Muxalîfa Rûsî Alaksey Navalny piştî ku rewşa xwe ya tenduristiyê nebaş bû û rakirin nexweşxanê weke yek ji rojeva sereke ya li Rûsiya û Ewropayê lê hat.

Doh piştî lêkolînên li cihekî leşkerî ya li ser rewşa Navalny hatibû zanîn ku serokê muxalefetê bi gaza Sinir ya serdema Sovyetê hatiye jehirdan.

YE têkildarî mijarê bi daxuyaniyekê ji Rûsiya daxwazkir ku lêkolîna derbarê jehirdanê de lez bike û kesên sucdar derbêxe pêşberî dozgeriyê.

Berpirsê YE yê Derve Josep Borrell diyar kir ku ewê şopdarê rewşê bin û wiha got:

Bikaranîna çekên kîmawî ya di kîjan serdemê de be nayê qebulkirin.

Ev yek li dijî qanunên navnetewî ne.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, ji Kremlînê daxwaza agahiyên berfireh kir û ji welatên rojava jî xwest ku bûyerê şermezar bikin.

Merkel anî ziman ku Navalny qurbanê sûce û dixwazin bêdeng bikin.

Merkel li ser navê welat ev yek bitundî şermezar kir.

Serokwezîrê Ingiltere Boris Johnson bûyer bi acêb binavkirî.

Fransa û Îtalya jî jehirdana Navalny bi “bêhişane û namerdane” binav kirin.

Sekreterê giştî yê NATO Jens Stoltenberg ev yek şermezar kir û bang li Rûsya kir ku lêpirsînek bi zelalî bide despêkirin.

Konseya Ewlekariy a Netewî ya Koşka Spî li Waşîngtonê di daxuyaniya ku weşandî de ragihand ku wê li ser mijarê piştevaniyê bidin hevkarên xwe yên muxalîf û hesebê ji Rûsiya bixwazin.

Bizîşkên Alman dibêjin wê Serokê muxalîf Alaksy Navalny yê 44 salî baş bibe, lê ji bo ev jehir ji laşê wî derbikeve pêwistî bi demê heye.

2018’an jî li Ingiltere bi rêya sekvaniyê sixurê berê yê Rûsî Sergei Skripal hatibû kuştin.

Her çiqasî wê demê Rûsya ji berpirsê bûyerê hatibû tewambarkirin jî lê Rûsiya ev yek red kiribû.

Back to top button