Balafirên hiûmeta Şamê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûriyê bombebaran kir. Li Derayê jî 2 leşker hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, hilîkopterên hikûmeta Şamê deverên DAIŞ’ê ên li çolistana El-Rihcan ya Hemayê bombebaran kirin.
Her wiha çavdêriyê da zanîn ku li ser riya Da’il- Derayê di encama êrişekê de 2 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birînda bûn.
Şevê din jî li gundê Nisêb ya Derayê kesek hate gulebarankirin û de encamê de hate kuştin.
Li gorî çavdêriyê, li Derayê ji serê vê salê û heta niha 93 kes bi rêbazên cuda hatine kuştin.



