Ann Lînde: Êrîşên Tirkiyê tenê bi kêrî DAIŞ’ê hat

Wezîra Karê Derve ya Swêdê, diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûrî li dijî rêziknameya Neteweyên Yekbûyî ya ku tundiyê qedexe dike. Di heman demê li dijî hiqûqa navnetewî ye.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê  Ann Lînde, ji ber êrîşên dagikeriya dewleta Tirk li ser bakur û rojhilatê Sûrî û fikarên xwe anî ziman.

Wezîra Swêdî dest nîşan ki ku êrîşên Tirkiyê tenê bi kêrî çeteyên DAIŞ’ê hat. Encamên mirovî ên giran çêkir û pêjavoya siyasî jî tevlîhev kir.

Ann Lînde teqez kir ku divê li Sûriyê mafê hemû pêkhateyan were parastin. Ewê jî bi rengekî xurt daxwaza derktina Tirkiyê ji herêmên dagirkirî bidomînin.

DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK LI HERÊMÊ
ANN LÎNDE: DIVÊ TIRKIYÊ JI BER SÛCÊN ŞER WERE DARIZANDIN

Wezîra Swêdî bi bîr xist ji ber redkirina Rûsya, Neteweyên Yekbûyî nekarîbû hêzeke çavdêr bişîne herêmê.

Ann Lînde banga lêkolînkirina sûcên Tirkiyê li herêmê kirî kir û xwest sûcdar werin darizandin.

Wezîra Karê Derve ya Swêdê Ann Lînde, fikarên xwe ji ber zextên li ser HDP’ê jî anî ziman û got:

” Divê destûr were dayin, nûnerên ku gel hilbijartî karê xwe bikin.

Leave a Reply

Back to top button