Rêvebeiya Efîrnê: Armanca Tirkiyê zindîkirina DAIŞ’ê ye

Sibe 2. salvegera êrîşên li ser Efrînê ye. Bi vê boneyê Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê daxuyaniyek da.

Rêveberiya Efrînê diyar kir ku armana Tirkiyê ji êrîşan qirkirina gelê Kurd e.

Rêveberiya Efrînê banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk kir û soza rizgarkirina Efrînê da. Kongra Star û PYD’ê jî salvegera êrîşê şermezar kirin û banga tevlîbûna girseyî ya çalakiyên sibe kirin.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bi daxuyaniyekê 2. salvegera êrîşên li ser Efrînê şermezar kir.

Rêveberiya Efrînê diyar kir ku bi serkêşiya Tirkiyê aloziya li Sûriyê hîna dewam dike. Hêzên herêmî û navnetewî jî li ser hesabê gelê Sûrî, berjewendiyên xwe pêk tînin.

Rêveberiya Xweser a Efrînê dest nîşan kir ku armanca Tirkiyê ji êrîşan, qirkirina gelê Kurd û têkbirina projeya Netewa Demokratîk e.

Rêveberiya Efrînê bi bîr xist ku ji ber êrîşên Tirkiyê, çeteyên DAIŞ’ê careke din xwe birêxistin kir.

Rêvberiya Xweser a Efrînê diyar kir ku wan bi vîna xwe 58 rojan li hemberî duyemîn artêşa mezin ya NATO’yê li ber xwe da.

Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê bêdengiya li hemberî sûcên şer yên Tirkiyê li Efrînê şermezar kir û bang li sazî û rêxistinên navnetewî kir ku bi erka xwe rabin, ji bo şêniyên resen yên Efrînê bi garantî vegerin warê xwe.

Rêveberiya Xweser a Efrînê dawiya daxuyaniya soza domandina Berxwedana Serdemê heta rizgarkirina Efrînî da.

2.SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ
PYD’Ê: EFRÎN XELEKA YEKEMÎN A DAGIRKIRINA TEVAHÎ SÛRIYÊ BÛ

Meclisa Giştî ya PYD’ê jî 2. salvegera êrîşa li ser Efrînê şermezar kir.

PYD’ê diyar kir ku Efrîn di encama lihevkirineke navnetewî hat dagirkirin. Niha jî Tirkiyê demografiya herêmê dughere, çete û malbatên wan bi cih dike.

PYD’ê dest nîşan kir ku dagirkirina Efrînê, xeleka yekemîn ya dagirkirina tevahiya bakur û rojhilatê Sûrî bû.

PYD’ê ji bo rizgarkirina Efrînê soza pêşengtiya berxwedanê da.

2.SALVEGERA ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ
KONGREYA STAR : SIBE HER KES DAKEVE QADAN Û TIRKIYÊ ŞERMEZAR BIKIN

Kongreya Star jî salvegera êrîşan şermezar kir.

Di serî de jin, bang li ser kesî kir ku sibe 20’ê Çileyê dakevin qadan û Tirkiyê şermezar bikin.

Leave a Reply

Back to top button