Dewleta Tirk a dagirker tevî dizî û talaniyê, li Girê Spî derketina derve jî qedexe kir.
Li gorî çavkaniyên ji Girê Spî, dewleta Tirk a dagirker li Girê Spî, gundên wê û li navçeya Silûkê qedexeya derketina derve ragihand.
Çeteyên Tirkiyê destûr nadin şênî pêdiviyên xwe yên jiyanî jî pêk bînin û bikrin.
Heta niha sedema qedexekirina derketina derve nayê zanîn.
Dewleta Tirk a dagirker 9’ê Cotmeha 2019’an Serê Kaniyê û Girê Spî dagirkirin. li herdû bajaran Tirkiyê li şûna şêniyên resen çete û malbatên xwe bi cih dike.
Li Kantona Girê Spî ya dagirkirî, şênî li dijî kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê derdikevin û banga bidawîkirina dagirkeriya wan dikin.