Çalakiyên greva birçîbûnê 170 roj in didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo û bi dawîkirina binpêkirinên mafên Mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardariyeke xurt didome.
Parêzerê Rêber Ocalan Rêzan Sarica jî diyar kir cezayekî nû yê disîplînê dane Rêber Ocalan.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan didome.

Çalakiya grevê bi koma 34’an di roja 170’ê de dewam dike.

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dimînin jî ji bo bidawîkirina tecrîdê û piştgiriya çalakiyên grevê 132 roj in di çalakiyê de ne.

Parêzer Sarica: Cezayê nû yê disiplînê dane Rêber Ocalan

Yek ji parêzerê Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Rêzan Sarica ku parêzeriya Rêber Ocalan dike, got meha Çile cezayekî nû yê disîplînê dane Rêber Ocalan û Adarê ew ji vê agahdar bûne.

Sarica wiha got:

Ji 15’ê Adarê û vir em her roj serlêdan dikin û em dixwazin hevdîtinê bikin. Heta niha hemû serlêdanên me bê encam mane.

Ji ber vê yekê her roj mafê muwekilê me tê binpêkirin û li dijî wî sûc tê kirin.

Em hîn bûn ku di çileya 2021’an de cezayê dîsîplînê dane muwekilê me.

Li gel ku cezayê dîsîplînê 1-3 meh in jî, tevî ku dema ceza qediya ye jî dîsa cezayê dîsîplînê didome û bê dem dixin meriyetê. Bi vê hincetê mafê ziyareta parêzeran asteng dikin.

Naxwazin em parêzer erka xwe ya zagonî pêk bînin. Cezayê ku didin Birêz Ocalan dixwazin veşêrin.

Parêzer Rêzan Sarica, herî dawî diyar kir ku heta encamê bistînin dê hemû mafê xwe biparêzen û serî li hemû rêyên neteweyî û navneteweyî bidin û got,

“Divê em hem parêzer û hem jî civak li dijî vê tercida li Îmraliyê derkevin.

Dem dema têkoşîna hiqûqî ya demokratîk e. Bi temaşekirin û bendemayînê pirsgirêk çareser nabe.”

Back to top button