
Komxebat bi biryaran bi dawî bû. Beşdaran îşaret bi girîngiya destekdayîn û pêşxistina tecrûbeya Rêveberiya Xweser kirin.
Di komxebatê de 2 mijarên sereke, Mafên fêrbûna bi zimanê dayikê û fêrbûna pirzimanî û pirçandî di pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser de hatin nîqaşkirin.
Piştî nîqaşan, komxebat bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan:
-Li dijî pergalên otorîter, mafê gelan heye ku bi zimanên xwe fêr bibin.
-Pêwîste NY mekanîzmayên nû ji bo biryaran û pêşniyaran bigire ku raman û berjewendiya gelan li ber çav bigire.
-Pêwîste rêxistinên navneteweyî û civaka sivîl roleke aktîv di piştevaniya proje û saziyên fêrkirina bi zimanê dayikê de bilîzin.
-Meteryalên perwerdeyê yên hemû pêkhateyan di dibistanan de hebin û her pêkhateyek zimanê xwe fêr bibe.
-Destek bi tecrubeya Rêveberiya Xweser were kirin û were pêşxistin.