Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku 60 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3’an jî jiyana xwe ji dest da.
Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê diyar kir ku 60 kesên din bi vîrusa koronayê ketin û 3 din jî jiyana xwe ji dest da û 15 jî baş bûn.
Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, heya niha jimara nexweşên Corona li seranserî herêmên hikûmeta Şamê gihaşt 3 hezar û 476 kesî, ji wan 812 kes baş bûne û 150 kes jî mirine.