Misir û Fransayê li ser rêbaza siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan teqez kir

Derbarê aloziya li Lîbya û Deryaya Spî de, Misir û Fransayê li ser rêbaza siyasî ji bo çareserkirina pirsgirêkan teqez kir.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron bi riya telîfonê bi serokomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî re axivî.

Herdu serokan piştgiriya xwe ji xebatên navdewletî ji bo çareserkirina aloziyê Lîbyayê nîşan dan.

Herdu aliyan li ser rêbaza siyasî ji bo çarseriya aloziya Lîbyayê ku dûrî destwedanên derve be teqez kir.

Her wiha Macron û El-Sîsî gotin ku ew gurkirina aloziya li Deryaya Spî napejrînin û li ser berjewendî û helwestên xwe yên hevpar teqez kirin.

Tirkiye sibe û dusbe li deryaya Spî dest bi tetbîqatên leşkerî dike

Li aliyeke din jî, Tirkiye ragihand ku ew sibe û dusbe li rojhilatê Deryaya Spî dest bi tetbîqatên leşkerî bike.

Hêjayî gotinê ye ku duh Tirkiyê ji bo nakokiyên li Deryaya Spî amadehiya xwe ji bo diyalogên bi Yûnanistanê re bê ti şertan nîşan dabû.

Back to top button