Hevserok û endamên Meclisa Gel a gundê Duholê yê Şengalê li dijî mayîna PKK heta niha di lîsteya terorê de derketin. Ew dibêjin:” PKK rêxistinek mirovî û azadîxwaz e.
Divê di zûtirîn dem de, ji lîsteya terorê were derxistin.”
Hevserokê Meclisa Gel a gundê Duhola Heyder Hesen, anî ziman wan li gel PKK’ê mirovatî û azadî dît.
Heyder Hesen bang li hemû welatên cîhanê kir ku berpirsyartiya xwe bi cih bînin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin.
Endamê Meclisê Nadim Elî jî da zanîn PKK sala 2014’an dema fermanê zarokên wan rizgar kirin.
Nadim Elî xwestb hem tecrîda li ser Rêber Apo rabe û hem jî PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Her wiha endamê Meclisê Îlyas Înco jî piştrast kir PKK karê mirovahî û azadiyê pêş dixe û divê ji lîsteya terorê were derxistin.