Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê derbarê şerê duh yê li Eyn Îsa daxuyaniyek da. QSD’ê diyar kir şervanên wan bi tundî bersiva êrîşan dane.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe doh bi şev, gundên Dibis, Hoşan û rêya M4 yên girêdayî navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Girêdayî mijarê navenda ragihandin û çapemeniya QSD daxuyaniyek da û weha got:
Doh di saetên şevê de, artêşa dagirker û çeteyên wê ji aliyê gundê Dibis êrişek dan despêkirin.
Hêzên me bersiva êrişê da û li derdora gund şerê dijwar qewimî.
Êrîşa bejahî vala hat derxistin. Li ser vê yekê çeteyên dagirker bi çekên giran û balafirên keşfê herêm bombebaran kirin.
Di şer de hejmara kuştî û brîndarên dijmin ne-hat zelalkirin.
7 rêhevalên me di encama bombebaranan de gihiştin şehadetê.
QSD’ê her weha daxuyaniyên dewleta Tirk derbarê hejmara şehîdên wan de jî, derewand.