Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî cejna Newrozê li Rêber Ocalan û tevahî gelên Kurdistanê pîroz kir.
PKK’ê diyar kir ku vîrûsa Corona gefan li hemû mirovahiyê dixwe, ji lew re, dive Newroz bi rengên guncaw were pîrozkirin.
Komîteya Rêveber a PKK’ê, bi boneya cejna Newroza 2020’an, daxuyaniyek nivîskî weşand û Newroz li Rêber Ocalan û tevahî gelên Kurdistanê pîroz kir.
PKK’ê diyar kir ku Newroza 2020’an, di xeta Rêber Ocalan û şehîdan de, ew ê bi rengekî hîn xurttir, şer bikin û serkeftinên mezin pêk bînin.
PKK’ê îşaret bi berxwedana mezin a şoreşger a dîrokî kir û got:
Mizgîniya têkbirina DAIŞ’ê, beriya Newroza 2019’an, dan hemû gel û mirovahiyê.
Berxwedana tolhildana şoreşger, ji bo bîranîna şehîdên me yên Newrozê, derbên giran li faşîzma AKP-MHP’ê dixe.
PKK: Newroza xwe, bi rengekî guncaw pîroz bikin
PKK’ê destnîşan kir ku, ji ber vîrûsa Corona gefan li mirovahiyê dixwe, divê gel astengiyan derbas bike û bi rengên guncaw Newrozê pîroz bikin.
PKKê got:
Newroz li şûna kombûna li meydanan, li ber her malê, her tax, her gund, her çiya bikin meydan.
Pîrozbahiyên Newrozê bi vî rengê berbelav dibin û dibine girseyî.
Em bawer dikin ku gelê me yê welatparêz, wê vîn û afirandineke mezin nîşan bidin, bi baweriya ku ev rewş wê bibe pîrozbahiya herî watedar a Newrozê.
PKK: Bi giyanê newrozê, Mazlûm û Egîdan wê tecrîda îmraliyê parçe bibe
PKK’ê teqez kir ku Newroz wê bi giyanê berxwedanê yê 8’ê Adar û Newrozê, lehengiya netewî ya Mazlûm û Egîdan, wê were birêvebirin û tecrîda Imraliyê parçe bikin.
PKK’ê, bang li Kurdistaniyan kir ku bi giyanê Newrozê yekîtî û rêxistinkirina xwe ya netewî xurt bikin û berxwedana azadiyê geş bikin.
PKK’ê her wiha, bang li gelên Tirkiyê û hêzên şoreşger-demokratîk jî kir ku li dijî tecrîd û faşîzmê, demokrasiyê bi ser bixin.