Li bajarê Bordeaûxê ya Fransayê çalakiya greva birçîbûnê di roja 4’an de bi coş didome.
Çalakgeran bi kesên hatin serdana wan re ji Rêber Abdullah Ocalan û berxwedêrên zindanan re kert şandin.
Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) 21 Sibatê li Bordeaûxê ji bo piştgiriya dîlgirtiyên di greva birçîbûnê de, dest bi gerva birçîbûnê ya 4 rojan kirin.
Çalakî bi moraleke mezin di roja 4’an de didome.
Çalakgeran, nûnerên Navenda Çanda Elewiyan, gelek saziyên sosyalîst ên Fransayê û sendîkayên karkeran û gelê Kurdistanê ziyaret kirin.
Her wiha çalakvanan bi mêvanan re govend gerandin û piştre jî gelek belavokên ku armanca çalakiya xwe vegotin, belav kirin.
Çalakvanên di grevê de bang li welatparêzên li Ewropayê kirin û gotin:
“Em hêvî dikin ku gelê welatparêz û dostên xwe yên li Ewropayê xwedî li çalakiyê derkevin.”
Li Bordeaûx’ê ji bo piştgiriya dîlgirtiyan greva birçîbûnê hate destpêkirin