Şandeya jinên Bakurê Kurdistanê serdana jinên Başûrê Kurdistanê kirin

Şandeya jinên Bakurê Kurdistanê serdana jinên Hizba Komînîst a Başûrê Kurdistanê kir û di serdanê de li dijî tundiya li ser jinê qala têkoşîna hevpar herdu beşên kurdistanê hate kirin.

Di 29’ê Mijdarê de jinên Bakurê Kurdistanê ku ji parlamenterên HEDEP’ê û çalakvanên jinan pêk tê, serdana jinên Hizba Komînîst a Başûrê Kurdistanê kirin.

Di serdanê de qala têkoşîna hevpar a jinan li dijî hişmendiya tundrew a zilam hate kirin hate kirin.

Şande serdana sazî û nûnerên jinan yên Başûrê Kurdistanê kir.

Serdanên şandeya jinan ya li bajarê Silêmaniyê dewam dike.

Şandeya jinan a Bakurê Kurdistanê li Silêmaniyê serdana jinên Hizba Komînîst a Kurdistanê kir.

Di dawiya civînê de daxuyaniyek a çapemeniyê hate dayîn û wiha hate ragihandin:

“Serdana me di çarçoveya pêngava li dijî tundiya li ser jinê ya ku li cîhanê bi berfirehî tê meşandin û ji bo ji holê rakirina vê tundiyê çawa têbikoşine.

Her wiha me behsa ezmûnên her du parçeyên Kurdistanê kir.

Emê hewl bidin di pêşerojê de bi hev re kar bikin da ku em bigihin azadiya jinê û avakirina yekitiyên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê.”

Back to top button