Li Mexmûrê bêrêziya li hemberî cenazeyê şehîd Axîn Seydo hat şermezarkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengtiya Komîteya Malbatên Şehîdan bêrêziya li hemberî cenazeyê gerîlaya Axîn Seydo bi daxûyaniyekê hat şermezarkirin.

Daxûyanî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê daxûyanî ji aliyê Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Sarya Kaya ve hat dayîn.

Sarya Kaya di derbarê mijarê axivî û got:

“Ji 2021 heta niha dewleta Tirk bi hevkarê xwe Mala Barzanî, bi hemû awayî êrişî Herêmên Medya wek Zap, Metîna û Avaşîn kiriye û nekariye bi ti awayî îradeya gerîla bişkêne.

Niha jî dixwazin bi şêwazên cûda îradeya gerîla û gelê me bişkênin û teslîm bigirin.

Her roj tecrîda li ser Serokatiya me girantir dikin, ji ber ku dizanin nirxên me yên herî pîroz Serokatiya me û şehîdên me ne.”

Sarya di dawiyê de bang li tevahî gelê Kurd bi taybet dayîkan dikin ku li girtiyên zindanan, şehîd û şervanan, her wiha li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin.

Daxûyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Cenazeyê gerîlaya şehîd di qartonê de radestî malbata wê kirin

Back to top button