Cenazeyê gerîlaya şehîd di qartonê de radestî malbata wê kirin

Bêrêziya dewleta Tirkiyê a li hemberî nirxên gelê Kurd û şehîdên Tevgera Azadiyê bi dawî nabin.
Piştî 5 salan cenazeyê gerîlaya şehîd a bi nasnav Axîn Seydo di torbeyekî şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê hate kirin.
Asiye Elçîçek a ku di qotîkê de cenazeyê keça xwe wergirt bi lêv kir ku dewlet bi vê rêbazê dixwaze bi wan bi paş ve gavê bide avêtin û got:
Heta ku em hene em ê pey doza xwe bin û ew çi bikin jî wê nekarin me.

Di îlona 2018’an de li herêma Kato Marûnis a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera gerîlayan û leşkerên tirk de derketibû.

Di wî şerê de 5 gerîlayên HPG-YJA Starê şehîd bûbûn.

Menfiyat Elçîçek ango bi nasnav Axîn Seydo yek ji wan gerîlayan bû.

Dewleta Tirk tevî piştrastkirina malbatê jî cenazeyê şehîd Axîn bêyî agahiya malbatê, li goristana bêkesan a Colemêrgê defin kiribûn.

Du roj berê jî Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê dîsa li malbatê geriya û jê re got ku cenazeyê keça wan li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye.

Li ser vê yekê malbat doh berê xwe da Stenbolê.

Saziya Tiba Edlî YA Tirk dîsa bi bêrêziyeke mezin cenazeyê ş. Axîn Seydo di torbeyekî şîn ê di qartoneke spî de radestî malbatê kir.

Malbat cenazeyê keça xwe yê di qartonê de anîn Hezex a Şirnexê û di bin dorpêça polîsan de defin kirin.

Dayika Ş. Axîn, Asiye Elçîçek: Tişta ku hatiye kirin êşkenceye.

Dayika Ş. Axîn, Asiye Elçîçek a ku cenazeyê keça xwe di qartonê de girt ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Dayik Asiye anî ziman ku tişta ku hatiye kirin êşkenceye.

Asiye Elçîçek: Me cenazeyê keça xwe bi serbilindî girt

Asiya Elçîçek, diyar kir ku wê cenazeyê keça xwe bi serbilindî girt û got:

Dema ku min cenazeyê keça xwe bi wî rengî standî ez xemgîn bûm lê ji aliyekî ve jî keyfxweş bûm.

Çimkî hin dayikên ku bi salan e hestiyên zarokên xwe nedîtine hene.

Min cenazeyê xwe anî malê ev ji min re serbilindî bû.

Back to top button