Koçberên Şehba bicihkirina Filistîniyan li Şehba şermezarkirin

Rêvberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê bicihkirina filistiniyan û guhertina demografîk a li Efrînê şermezar kirin.

Daxuyanî li Kampa Serdem bi beşdariya koçberên Efrînê û nûnerên Rêveberiya Xweser daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pevçûnên di navbera neteweperest û tevgerên radîkal de, li ser hesabê gel didome û wiha hate gotin:

Guhertina demokrafiya herêmê û bicihkirina ji aliyê dewleta Tirk ve û bicihkirina filistiniyan bi piştgiriya Qeterê û hin aliyên filistînî, şermezar dikin.

Di daxuyaniyê belhate kişandin ser bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û wiha ev yek hat gotin:

“Em bêdengiya wan şermezar dikin û daxwaz dikin ku binpêkirinên hatine kirin, bên belgekirin û tomarkirin û di demeke nêz de bê aşkerakirin.

Ji raya giştî re jî bê ragihandin û hesab ji kujeran were xwestin.”

Back to top button