Çiya Kurd: Doza girtiyên DAIŞ’ê dozeke navneteweyî ye

Li bajarê Cinêvê ê Siwîsreyê civînek navneteweyî hate lidarxistin.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran çiya kurd di civînê diyar kir ku doza girtiyên çeteyên DAIŞ’ê yên li bakur û rojhilatê Sûriyê dozek naneteweyî ye.
Çiya Kurd eşkere ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng dike û got: “Divê hêzên navteweyî bi erkên xwe rabin.

Li bajarê Cinêv ê Swîsreyê civîneke navneteweyî 29 û 30’ê Mijdarê hate lidarxistin.

Di civînê de nûnerên ji dewletên Ewropa û Asyayê, rêxistinên navneteweyî û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Li ser rêbazên sekna li hember şaneyên çeteyên DAIŞ′ê û diyarkirina hewldanên guncaw ên têkbirina mayînde ya DAIŞ′ê nîqaş hate kirin.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd jî beşdarî civînê bû.

Bedran Çiya Kurd piştî civînê ji dezgehên çapemeniyê re axivî û Nivîsgeha Ragihandinê ya Daîreyê ew axaftin parve kir.

Çiya Kurd di axaftina xwe de got:

“Di civînê de gelek dozên sereke yên têkildarî rêbazên geşkirina hewldanên têkoşîna li dijî terorê hatin nîqaşkirin.

Her wiha pêwîstiya girîngîdayîna hewldanên giştî yên li ser astên cuda, aliyên siyasî, mirovî û dozgerî hate nîqaşkirin, da ku DAIŞ bi temamî were têkbirin.”

Çiya Kurd wiha domand:

“Hewldanên leşkerî tenê têrê nakin ku ev rêxistin bi temamî were têkbirin.

Doza girtiyên çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dozeke navneteweyî ye.

Divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe yên ewlekirina kamp û navendên girtinê rakin û navendên perwerdekirina zarokên DAIŞ’iyan ên ku li ser fikra tundraw tên perwerdekirin, vekin.

Ji ber ku ew li ser cîhanê gefên mezin in.”

Çiya Kurd: Êrişên dagirkeriya Tirkiyê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng dike

Li aliyekî din behsa astengiyên li pêşberî hewldanên Rêveberiya Xweser ên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, bi taybet êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê hate kirin.

Ji ber ku êriş hewldanên têkoşîna li dijî DAIŞ’ê asteng dikin.

Her wiha gefê li ewlehî û îstîqrara herêmê dixwin û DAIŞ jî, ji vê yekê derfetê digire.

Back to top button