Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 41 rewşên nû yên vîrûsa coronayê hatin tomarakirin.
Desteya Tenduristiyê, bîlançoya dawî ya pêketiyên vîrûsê eşkere kir, ku 41 rewşên din ên Coronayê hatin tomarkirin û 4 kesên din ji Coronayê baş bûne.
Ew jî;
- 10 li Dirbêsiyê
- 9 li Hesekê
- 7 li Qamşlo
- 5 li Girkê Legê
- 4 li Dêrikê
- 3 li Rimêlan
- 1 li Çil Axa
- 1 li Til Temir
- 1 li şehba
Desteyê diyar kir ku, 4 kesên din ji Coronayê baş bûne.
Bi van daneyên nû re, jimara pêketiyan derket 1007’an, 313’an ji wan baş bûne û 48’an jî jiyana xwe ji dest daye.