“Hikûmeta Başûrê Kurdistanê leşkeran li sînorê Rojava kom dike”

Endamê Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir her desketiyek parçeyekî Kurdistanê di heman demê ji bo parçeyên din e jî û nêzîkatiyên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê yên li sînorê di navbera Başûr û Rojava de rexne kir.

Aldar Xelîl li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî nêzîkatiyên Hikumeta Başûrê Kurdistanê yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da .

Aldar Xelîl diyar kir ku başûrê Kurdistanê weke ku du dewletên cuda ne nêzîkî sînorê Rojava dibe û wiha got;

“Her destketiyek li parçeyekî Kurdistanê ji bo tevahî perçeyên din e jî. Destketiyên li Rojavayê Kurdistanê tekoşîneke dîrokîye. Ji pêkanîna yekîtiya netewî divê piştgirtiya wê were kirin.

“Desketiyekî her parçeyekî ji bo parçeyên din e jî”

Başûrê Kurdistanê xwedî derfet û ezmûneke girînge ku piştgiriya parçeyên din bike. Lê ji bo çi nêzîkatiyên bi vî rengî ji sînorên di navbera Rojava û Başûr de dike, tê bê qey ew sînor di navbera du dewletên ku tu têkilî di navbera wan de tune ye? Ji bo çi ewqas leşger ji aliyê Başûr ve li sînor tê komkirin? Ji bo çi ewqas çeper?

Aldar Xelîl diyar kir ku divê yekîtiya Kurdan ne tenê siyasî be û got:

“Parçekirin û danîna sînoran jî encama siyaseta hêzên ku Kurdistan parçe kirine. Êdî çima em vê parçebûnê erê dikin?
Mîna ku îro li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de ku ji aliyê başûr ve tê pêkanîn, em vê siyaseta parçekirinê erê dikin û kûr dikin.”

Back to top button