“Heta azadiya Rêber Apo pêk neyê wê çalakiyên me ranewestin”

Jinên li Reqayê diyar kir ku heta azadiya Rêber Apo pêk neyê çalakiyên wan ranawestin.

Endama Meclisa Giştî ya PYD Nîroz Muslim anî ziman ku fikrê rêber Abdullah Ocalan fikrekî navneteweyî û got:

“Rêber Abdullah Ocalan behsa mirovahiyê dike û ji bo pirsgirêkên civakên cîhanê li çareseriyan digire.

Lew ragihandina pêngava ji bo azadiya wî ya fîzîkî hêjeya ku cîhanî be jî.”

Nîroz Muslim bang li tevahî beşên civakê kir ku ji bo şikandina tecrîdê çalakiyan zêde bikin.

Têkildarî heman mijarê, endama rêveberiya Akademiyên Şaredariyên Reqayê Ewatif El Îsa axivî û got:

“Fikrê Rêber Abdullah Ocalan ji tevahî pirsgirêkên gelên bindset re çareserî ye.

Pêngav wê berdewam bike. Heta tecrdî bi dawî nebe û azadiya wî ya fîzîkî pêk neyê, çalakiyên me ranawestin.”

Li Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek hat lidarxistin

Back to top button