Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê îro cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Dilyar Mihemed li goristana şehîd Ismaîl oxir kirin.
Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Dilyar Mihemed Welî 23`ê Tîrmehê di pêngava paqijkirinê li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê şehîd bû.
Bi sedan şêniyên bajarê Amûdê piştî wergirtina cenaze, bi karwanekî ber bi goristana şehîd Ismaîl ketin rê.
Li goristanê û piştî merasîma leşkerî, li ser navê Hêzên Erka Xweparastinê û Meclisa Navçeya Amûdê axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn sersaxî xwestin û soza şopandina riya şehîdan nû kirin.
Paşê endama meclisa navçeya Amûdê Çîçek Mihemed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.
Di dawiyê de şervanan û malbata şehîd, şehîd Dilyar di nav siloganan de spartin axê.