Artêşa Tirk a dagirker li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê erebeyeke sivîlan bombebaran kir. Tê gotin birîndar hene.
Îro piştî nîvro saet 13’an, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk ya dagirker erebeyeke sivîlan bombebaran kir.
Erebe li nêzî mezreya Şiwêş a navçeya Til Temirê bû armanca êrişa dagirkeran.
Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene.