HPG: Dronek bombebarkirî li Zapê hate bêrkêrkirin

HPG’ê ragihand ku çeperên şer ên gerîla ji aliyê artêşa Tirk ve bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatine bombekirin.
Gerîlayan jî li Zapê droneyeke bombebarkirî bêkêr kirin e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

HPG’ê ragihand ku 12’ê Kanûnê gerîlayan li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl dronek bombebarkirî ku hewl dida bombeyan li çeperên wan bibarîne, bêkêr kirine.

Têkîldarî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker jî ev agahî hate parve kirin:

“10 heta 13’ê Kanûnê qadên berxwedanê 2 caran bi çekên qedexe û 11 caran bi gazên kîmyewî yên bi rengê sor hatin bombekirin.

20 caran bi balafirên şer qadên gerîla hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

HPG: Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Back to top button