Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Humsê êrîşek li dijî hêzên Hikumeta Şamê pêk anî.
Komîteyeke pisporên NY raporek derbarê hebûna DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê kir.
Komîteyê eşkere kir, DAIŞ xwe jinûve birêxistin dike û jimara xwe zêde dike da careke din xwe li ser erdê bigire.
Komîteyê, di rapora xwe de bal kişand ser rola Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD di têkbirina rêxistina terorê de.
Li çolistana Humsê, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî hêzên hikumeta Şamê kir.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirova ragihand, şeva borî çeteyên DAIŞ’ê êrîşî baregeheke çek û cebilxaneyan a hêzên Hikumeta Şamê ya li nêzî bajarê Tedmur ê li gundewarê Humsê kir.
Li gorî Çavdêriyê, di encama êrişê de 3 çekdarên girêdayî Hikûmeta Şamê hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.
Ev êrîş a 3’emîn e ku çeteyên DAIŞ’ê di nava çend rojan de, li dijî hêzên hikumeta Şamê pêk tîne.
NY: 5-7 Hezar çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê ne
Di heman çarçoveyê de, di raporeke NY de hat diyarkirin, ku jimara çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê di navbera 5-7 hezaran de ye.
Rapora ku duh, ji aliyê komîteyeke pisporên NY ve bo Konseya Ewlekariyê hatibû pêşkêşkirin dibêje, tevî têkçûnên mezin ên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyê, metirsiya jinûve derketina wê hîn li dar e.
NY: QSD roleke sereke di şerê li dijî DAIŞ’ê de lîst
Raporê bal kişand ser girtiyên DAIŞ’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û da zanîn ku nêzî 11 hezar çete di zindanên vê herêmê de ne.
Li ser kampên Hol û Roj jî komîteyê da xuyakirin, nêzî 55 hezar kesên girêdayî DAIŞ’ê di van kampan de tên girtin ku nêzî 70% ji wan zarok in.
Rapora pisporên NY hişyarî da ku rêxistina DAIŞ’ê bernameya ‘Eşbalul-Xîlafa’ ya zarokan li kampa Holê, didomîne.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî derfetên xwe, hewil dide zarokên DAIŞ’ê ji fikirê tundrew rizgar bike.
Li gorî heman raporê, bêhtirî 850 ji van zarokan temenê wan kêmî 10 salan e, li navendên taybet tên perwerdekirinê, da ku ji fikirê tundrew bên rizgarkirin û tevli civakê bên kirin.
“DAIŞ li Afganistanê xeteriya herî mezin e”
Komîteya pisporên NY behsa hebûna DAIŞ’ê li Afganistanê jî kir û da zanîn ku jimara çete û malbatên rêxistinê li vî welatî di navbera 4-6 hezaran de ye û hişyarî da ku DAIŞ, xeteriya herî mezin a terorîst li ser Afganistanê ye.
Raporê her wiha bal kişand ser hebûna rêxistina terorê li Afrîkayê jî û diyar kir ku li herêma Sahil a Afrîkayê DAIŞ bi serbestî tev digere û roleke girîng di bilindkirina asta tundiyê li herêmê de lîst û êrîş li gelek eniyan li Maliyê zêde kirine.
Her wiha li Borkîna Faso û Nîjerê jî êrîşan pêk tîne.



