Şamê-Di depoyên çekan de teqîn pêk hatin

Şevê din dîsa li bajarê Şamê dengê teqînan hatin bihîstin.
Teqîn di depoyên çek û moşekan yên hizbullah û Hêzên Hikûmeta Şamê li derdora Şamê pêk hatin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku teqîn di depoyên çekan ên ‘Lîwa 81’ a girêdayê Firqeya 3’mîn a hêzên hikumeta Şamê pêk hatin.

Teqîn derdora 4 km dûrî navenda herêma Rehîbiya ya Şamê pêk hat.

Hate diyakirin ku di encamê de, kuştî û birîndar hene.

Her wiha ziyanên madî çêbûn.

Çavdêriyê diyar kir ku herêma ku teqîn lê çêbuye di bin kontorla Hizbullahê de ye û hebûna hêzên hikûmeta Şamê şeklî ye.

Li vê herêmê depoyên çek û moşekan ên Hizbullahê hene.

Di nava 48 seat de, ev cara 2’mîne ku teqîn di depoyên çekan li Şamê pêk tên.

13’ê vê mehê jî li herêmek çiyayî li derdora Şamê depoyên moşekan ên komên Îranê teqiyan.

Israîlê êrişî Şamê kir: 4 leşker hatin kuştin

Back to top button