Agirbesta navbera hikumeta Kolombiya û ELN despê kir

Di navbera 2’ê Gulan û 9’ê Hezîranê de li Kuba sê danûstandin navbera hikumet û hêzên ELN de pêk hat.
Herî dawî aliyan li ser agirbestek a 6 mehan lihev kirin.
Ew agirbest jî îro bi fermî despê kir.

Li Kolombiyayê, peymana agirbesta 6 mehan a 9’ê Hezîranê di navbera hikumet û rêxistina çekdar a Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) de hatibû îmzekirin, îro ket meriyetê.

Tê çaverêkirin ku agirbest di meha Çile de bê dirêjkirin

Eger pêşketinek di danûstandinên aştiyê ya di warê rawestandina şer û pevçûnên navbera aliyan de pêk were, tê çavrêkirin ku agirbest di meha Çileyê de careke din were dirêjkirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî ragihand ku ji bo şopandina pêvajoya agirbestê wê komek çavdêr a ji 68 kesan pêk tê destnîşan bike.

Eln agirbesta yekalî ragihand

ELN’ê di daxuyaniya xwe ya 4’ê Tîrmehê de ferman dabû ku ji 6’ê Tîrmehê û pê ve heta 3’ê Tebaxê ji bo hemû yekîneyên xwe agirbest were îlankirin.

Serokomar Gustavo Petro jî di daxuyaniya xwe ya 6’ê Tîrmehê de diyar kiribû ku operasyonên leşkerî yên li dijî ELNê hatine rawestandin.

Petro biryarnameya “Peymana agirbesta dualî ya neteweyî” îmze kiribû.

Piştî 3 salan vegera li maseya danûstandinan

Partiyên ku di bin garantor û mazûvaniya Venezuelayê de li paytext Caracasê li hev civiyan, hevdîtinên aştiyê yên di sala 2019’an de hatibûn rawestandin 22’ê Mijdara 2022’an de ji nûve dest pê kirin.

Tûra duyemîn a hevdîtinên aştiyê ku di 14’ê Sibatê de li Meksîkayê dest pê kiribû, bi naskirina “statûya siyasî ya ELN”ê bi dawî bû.

Çepgir Gustavo Petroyê ku di hilbijartina serokomariyê ya Kolombiyayê da bi ser ket, 7ê Tebaxa 2022’an dest bi erka xwe kir.

Petro, soz da ku wê peymana aştiyê ya sala 2016’an a bi Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ra bi cih bîne û dema hat bi ELNê re hevdîtinên aştiyê pêk bîne.

Piştî êrîşa rêxistinê ya 2019’an li dijî dibistaneke polîsan ku 22 kes mirin, danûstandin ji aliyê Serokomarê wê demê Ivan Duque ve hatin rawestandin.

Tûra sêyemîn a hevdîtinên aştiyê yên di navbera Kolombiya û ELN’ê de 2’ê Gulanê bi mazûvaniya Kubayê dest pê kiribû.

9’ê Hezîranê ev danûstandin bi îmzekirina “Peymana agirbesta demkî ya 6 mehan” bi dawî bû.

Back to top button