Li Kolombiyayê bi 5 hêzên çekdar re agirbest hat ragihandin

Li Kolombiyayê, hikûmeta çepgir bi 5 komên sereke yên çekdar re ku li welêt çalak in, peymaneke agirbestê ya ji bo 6 mehan pêk anî.

Di dîroka Kolombiyayê de yekem serokkomarê çepgir Gustavo Petro got: “Me bi ELN, Segunda Marguetalia, Şefên Karên Hevpar ên Navendî (EMC), AGC û Hêzên Xweparastinê yên Sîerra Nevada re ji 1’ê Çileyê heta 30’ê Hezîrana 2023’an peymaneke agirbestê ya dualî pêk anî.”

Autodefensas Gaitanistas de Colombia (AGC) komeke neo-paramîlîter ya rastgir a ku berê li dijî gerîla û sendîkayên çep hatibû avakirin, piştî peymana aştiyê ya bi FARC’ê re veguherî rêxistineke sûcî.

Hêzên xweparastinê yên Sierra Nevada jî komeke paramîlîter e û Artêşa Rizgariya Neteweyî wekî tevgera gerîla ya dawîn a çalak e.

Hikûmeta Kolombiyayê diyar kir ku tevî peymana bi FARC’ê re, ew dixwaze bi “aştiyeke tam” dawî li pevçûnên heyî bîne.

Back to top button