Li Mexmûrê çalakiya ji bo şkandina tecrîda ya li dijî Rêber Apo didome

Li Wargeha Penabaran a Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdulah Ocalan berdewam dike.

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê di 11’ê Kanûna 2022’an de destpêkirîbû didome.

Piştî deqeyek rêzgirtin koma nû çalakiya nobetê dewirgirt û li ser navê koma nû Heqî Ayaz axivî û got: “Em tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar dikin û bang li CTP dikin ku demildest agahiyek ji Rêbertiya me ji bo me ragihîn.

Em xwedî dozekin heta dawiyê emê li pey wê dozên bin.

Heta em agahiyekê ji Rêbertiya xwe negirin emê çalakiya xwe berdewam bikin.”

Her wiha di dayê de çalakvana guhdarî perspektîvên Rêber Apo yê di derbarê têkoşînê de kirin.

Back to top button