Li gelek bajarên Ewropayê, Kurd û dostên xwe daketin qadan

Li gelek bajarên Ewropayê Kurd û dostên xwe daketin qadan û êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Şengal û Mexmûrê şermezar kirin.

Li gelek bajarên Almanyayê Kurd û dostên xwe daketin qadan û bi dirûşmeyên dijî dagirkerî û êrîşên Tirkiyê li ser xaka Kurdistanê bang kirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî li pêşiya Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê çalakiyek hat lidarxistin û êrîşên dagirkeriya Tirk hatin şermezarkirin.

Her wiha li paytexta Îngîltereyê London, Kurd li pêşiya Parlementoya Brîtanyayê hatin ba hev û êrîşên dagirkeriya Tirk ser deverên Kurdistanê şermezar kirin.

Serokwezîrê Îngîltereyê Borîs Johnson dema ku tevlî civînê bû, Kurdekî li pêşiya wesayîta wî birî.

Ji ber ku wesayîta Johson ji nişka ve sekinî, wesayîta polîsê ya li pişt, li wesayîta serokwezîr ket.

Kesê pêşiya wesayîtê birî ji aliyê polîsan ve binçavkirin.

Back to top button