Îmaratê êrîşên Tirkiyê û Îranê li ser Iraqê şermezar kir

Îmarat êrîşên Tirkiyê û Îranê li ser bakurê Iraqê şermezar kir.

Wezareta Derve ya Îmaratê bi daxuyaniykê ragihand ku êrîşên dewleta Tirk û Îranê li ser herêmên bakurê Iraqê serweriya Iraqê binpêk dike.

Wezaretê destnîşan kir ku dewleta Îmaratê ji bingeha redkirina tevahiya mudexelelyên derve di karûbarên dewletên Ereb de ev helwest nîşan daye.

Wezaretê anî ziman ku divê rêzgirtin ji serweriya Iraqê bê girtin.

Back to top button