Sûcên dewleta Tirk li Efrînê her ku diçe zêdetir dibe. Tenê di meha borî de 75 welatî ji wir hatine revandin.
Li gorî ANHA’yê di meha Îlonê de çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 3 jê zarok û 5 jin bi giştî 75 welatî revandin.
Her wiha heman çavkaniyê da zanîn ku tenê di mehekê de çeteyên Tirkiyê zêdetirî 19 hezar dar birîne.
Û 17 hezar darên zeytûnan jî desteser kirin. Ne tenê ev, dewleta Tirk li wir demograviya herêmê jî diguhere.
Dîsa di vê mehê de du mêtingehên nû li gundê Kefer Sefra yê Cindrêsê û Qitmê yê navçeya Şera ava dike.



