Dewleta Tirk gundên Kobanê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker doh êvarê seranserî gundên sînor ên Kobanê, Til Temir, Girê Spî, Eyn Îsa û Zirganê topbaran kirin. 

Balafirên dagirkeriya Tirk doh derengiya şevê derdora gundê Koran ê Kobanê bomebaran kir.

Beriya bombebaranê jî artêşa dagirkerker bi çekên giran gundên Qeremox, Koran, Til Şiêr, Mezra Ebrûşan û Ziyaretê jî topbaran kirin

Hat ragihandin dema ku şêniyên gund diçûn nava zeviyên xwe gule li wan hatin barandin.

Di êrişa li ser Til temir de 4 welatî birîndar bûn

Artêşa dagirker gundên Til Leben, Qibûr Qeracne ên Til Temirê topbaran kir

Di topbaran li ser Til leben de welatiyên bi navê Qusey Musa El Feqîr, Ebid El Mecîd El Ferec, Necim Abdullah Hebîb û Hac Îbrahîm Feqîr welatî birîndar bûn.

Ev birîndar li nexweşxaneya navçeya Til Temirê têne dermankirin.

Dagirkeriya Tirk gundewarê Eyn Îsa, girê spî û navçeya Zirgan topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker, gundê Cehbel, Mişêrfe yê Eyn Îsa, rêya M4, gundê Xane Qezelî yê Girê Spî û gundê El Bobî, taxa xerbî yê navçeya Zirgan jî bi çekên giran û hawinan topbaran kirin.

Back to top button